Li Agiriyê kamyon wergeriya: 2 jê zarok 5 kes tê de mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, kamyona ku kel û pelên malê lê barkirî bû, wergeriya û li darên li keleka rê ket. Di qezayê de 4 jê ji heman malbatê 5 kesan canê xwe ji dest da.
Li ser rêya Erzirom û Agiriyê li devera gundê Çelê yê navçeya Zêdkanê kamyona ku kel û pelên malê lê barkirî bû û M.U diajot, wergeriya şarampolê.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û hawarçûnê çûn cihê bûyerê.
Tîmên navborî şoferê kamyon bi birîndarê ji kamyonê derxistin. Dayîk, bav û 2 zarokên ku di bin kamyonê de asê mabûn bi mirî hatin derxistin.
Şofêr M.Uyê ku giran birîndar bû jî veguhestin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê, lê ligel hemû midaxaleyan rizgar nebû.
Cinazeyên 5 kesên ku canê xwe ji dest dane rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkanê.