Li Erxeniyê zarokekî 7 salî ket nav çem û xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxenî ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve zarokekî 7 salî ket nav çem û xeniqî.

Bûyer îro li gundê Zengetirê (Bereketlî) yê ser bi navçeya Erxenî ya Amedê ve çê bûye û navê zarokê ku ketiye nav çem û xeniqiye, Omer Faruk Ozcan û 7 salî ye.

Li gor zanyariyan, zarokê bi navê Omer Faruk Ozcan dema bi hevalên xwe re leyîstiye, lingê wî dişemite û dikeve nav çem. Hevalên wî gundiyan agahdar dikin, lê heta ku gundî digihin cihê bûyerê û wî ji avê derdixin ew dixeniqe.

Tîmên hawarçûna lezgîn piştî bûyerê digihin gund û tiştek ji destê wan nayê.

Ji bo karûbarên otopsiyê û lêkolînê, termê zarokê 7 salî Omer Faruk Ozcan rakirin nexweşxaneya dewletê ya Erxeniyê.