Tirkiyê Avaşîn, Şêladizê û Dêrelûk bordûman kir

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Tirkiyê navçeyên Avaşîn, Şêladizê û Dêrelûkê li bakurê parêzgeha Duhokê bordûman kirin, akinciyekî navçeyê jî dibêje,  ew du roj in Tirkiye bi berdewamî wan navçeyan bordûman dike.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Duhokê, Nasir Elî ragihand, “Firokeyên Tirkiyê îro Yekşembê 17ê Nîsana 2022an Avaşîn û derdora gundê Sîte û Çiyayê Korejar li sînorê nahyeya Şêladizê û Geliyê Reşave li nahyeya Dêrelûkê bi dijwarî bordûman kirin.”

Bêwar Mihemed Tahir, akinciyê nahyeya Dêrelûkê jî dîmenên dema bordûmankirina navçeyê ji bo Rûdawê şand û diyar kir, “îro ji demjimêr 15:30an ve firokeyên Tirkiyê dest bi bordûmankirina navçeyê kirin û heta niha du cih; Avaşîn û derdora gundê Sîte û Çiyayê Korejar li nahyeya Şêladizê û Geliyê Reşave li nahyeya Dêrelûkê bordûman kirin.”

Bêwar Mihemed diyar kir, ji ber bordûmanan tirseke mezin ketiye nav dilê welatiyan, ji ber ku ew du roj in li pey hev firokeyên Tirkiyê wan dihan bordûman dikin.

Derbarê zirarên maddî û canî yên bordûmanan de heta niha ti agahî nehatine zanîn.

Li gor agahiyan, ji şeva bihorî de heta sibeha îro Yekşembiyê 8 caran Çiyayê Korejar hatiye bordûmankirin.

Di encama bordûmanan de, herî kêm zirar gihîştiye mala welatiyekî sivîl ê Şêladizê.