Gever bi berfa Nîsanê xemilî

Hewlêr (Rûdaw) - Qezaya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê vê sibê bi berfa Nîsanê xemilî.

 

Şepêleke hewayê sar û ewran çend navçeyên Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye û ji ber wê çepêlê li çend navçeyan baran barî û li cihên bilind û çiyayî jî berf barî.

 

Li gor agahiyan, li qezaya Geverê ya Colemêrgê şeva bihorî baran dibarî lê belê vê sibê berfê cihê baranê girt.

 

Ajansa DHA ya Tirkiyê dîmenên barîna berfê li Geverê belav kiriye.

 

Akinciyên Geverê serê sibehê dema rabûn, bajarê xwe bi rengê sipî yê berfê xemilî dîtin. Dikandaran berfa ber dikanên xwe paqij kirin û welatî û xwendekar jî bi dîtina vî dîmenê ciwan çûn dibistan û ser karên xwe.

 

Hat zanîn ku li navenda Geverê bi qasî 4 cm û li deverên çiyayî jî 10 cm berf bariyaye.