Şanda BDP û HDPê dawiya heftiyê wê biçe Îmralî


Enqere (Rûdaw)- Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ji serokwekîla koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Buldan re got ku wê hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dawiya heftiyê pêk were.

Pervîn Buldan û parlamenterê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik, ji bo hevdîtîna bi Ocalan re bi wezîrê dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin pêk anîn.

Buldan derbar hevdîtina bi Bozdag re ji DÎHAyê ragihand ku ewê dawiya vê heftiyê biçin Îmralî û ti astengî li pêşiya wan tine ne.

Şadna BDP û HDPê herî dawî di 9ê adarê de bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

Ev hevdîtin wê ya yakemîn be piştî hilbijartinên herêmî.

Tê pêşbînîkirin di hevdîtina navbera şanda BDP û HDPê ligel Ocalan de, nameya ku KCKê ji Ocalan re nivîsandibûn û herwha encamên hilbijartinên herêmî û rewşa pêvajoya aştiyê bên gotûbêjkirin.