Partiya Azadî li Efrînê endamên xwe bibîr anî

Comerd Hemdoş

Efrîn (Rûdaw) – Partiya Azadî ya kurd a rojavayê Kurdistanê merasimek ji bo çilemîn roja kuştina 2 endamên xwe (Omer Nebo Ebdurehman û Cemo Eladîn Xelîl) saz kir.

Çil roj berê li gundê Burcê yê Efrînê li rojavayê Kurdistanê navbera çekdarên Partiya Azadî û YPGê de pevçûn derketibû û di encamê de 2 endamên Partiya Azadî bi navên Omer Nebo Ebdurehman û Cemo Eladîn Xelîl jiyana xwe ji dest dabûn. Di wî şerî de 6 kes jî birîndar bibûn.

Bi helkefta çilrojiya bûyera han, îro (17.04.2013) li gundê Burcê merasimek ji aliyê Partiya Azadî û hevgirtina siyasî ya democrat a kurd li Sûriyê ve hat sazkirin. Bi dehan kes beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê de peyamên sersaxî yên Partiya Azadî, hevgirtina siyasî ya demokrat û helbest hatin xwendin.

Her wiha peyamên sersaxî yên Artêşa Azad ji Lîwa el tewhîd, Bazên Efrînê,Lîwa Ehfad Elresûl jî