KOBANÎ - Ji bo şîna qurbaniyên komkujiyê çalakiyên Newrozê hatin betalkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kantona Feratê ji bo şîna komkujiya li gundê Berxbotanê, pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên salvegera dagirkirina Efrînê hatin betalkirin.

Droneke Tirkiyeyê saet 00:40î li gundê Berxbotanê yê Kobaniyê malek bombebaran kir.

Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 9 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Komîteya Çalakiyan a Kantona Feratê ji bo şîna qurbaniyên komkujiyê, piraniya pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên salvegera dagirkirina Efrînê betal kirin.

Li gorî ku nûçeya ANHAyê, ji bo Newrozê dê îro saet 10:00an pîrozbahiya Newrozê li bajarokê Çelebiyê û 19ê Adarê jî li bajarokên Sirîn, Qenaya û Şêranê pîrozbahiyên Newrozê bihatana lidarxistin.

Her wiha hatibû plankirin ku şêniyên Kantona Feratê ji bo salvegera dagirkirina Efrînê çalakiyeke protestoyî li dar bixin.

Ji ber şîna komkujiyê ev pîrozbahî û çalakî hat beltalkirin.

Li şûna wan dê çalakiyên şermezarkirina komkujiyê werin lidarxistin.

19ê Adarê li Eyn Îsayê û 21ê Adarê li Kobaniyê dê pîrozbahiyên Newrozê werin lidarxistin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di encama êrişa esmanî ya Tirkiyeyê de li başûrê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şeva borî 9 kesan canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyeyê û komên nêzîkî wê li Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî êriş û bombebaranan dikin ku heta niha gelek sîvilan di wan êrişan de canê xwe ji dest daye.