DEM Partiyê komkujiya li Kobaniyê şermezar kir: Sûcekî şer e
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê êrişa dronî ya Tirkiyeyê ya li Kobaniyê wekî sûcekî şer bi nav kir û got, "Ev êrişeke wisa ye ku mafê jiyanê yê sivîlên herêmê tune dihesibîne û qanûnên navneteweyî bi eşkereyî binpê dike."
Îro sibehê saet derdora 04:00an di êrişeke dronî ya Tirkiyeyê de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 sivîlan canê xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Em bi xemgîniyeke kûr û hêrseke mezin hîn bûn ku di êrişa dronê ya li gundê Berxbotanê yê Kobaniyê de, dê, bav û 7 zarokên ji heman malbatê hatin qetilkirin,û du welatiyan jî birîndar bûn. Ev qetlîam sûcekî şer e ku wijdana mirovahiyê ji kûr ve birîndar kiriye.
Ev êrişeke wisa ye ku mafê jiyanê yê sivîlên herêmê tune dihesibîne û qanûnên navneteweyî bi eşkereyî binpê dike.
Hedefkirina zarok, jin û malbatên bêguneh nîşana hişmendiya nemirovatiyê ye.
Em ji kûrahiya dilê xwe êşa hemû kesên jiyana xwe ji dest daye, bi taybetî jî zarokan, parve dikin, ji bo birîndaran şifayeke bilez dixwazin û bi tundî vê êrişa nemirovane şermezar dikin.
Bi têgihiştineke siyasî ku her cure şer red dike, em tekez dikin ku divê yên vê êrişê kirine hesab bidin.
Ev bûyer ne tesaduf e ku di demekê de çêbûye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikûmeta demkî ya Şamê re lihevkirinek îmze kiriye û biryara fermî li dijî her cure êrişan girtiye; ev kiryareke qestî ye ku armanca wê zêdekirina aloziyê ya li herêmê û têkbirina hêviyên aştiyê ye.
Wekî ku birêz Ocalan jî berê amaje pê kiribû, ev hewldaneke sabotajê ye.
Em ji wan kesên wekî ku her tim dikin ji wî aliyê sînor tehdît û êriş hebin, dipirsîn: Gelo zarokên hatine qetilkirin ji we re tehdîda ewlehiyê ne? Em qet qebûl nakin ku bi hinceta ewlehiyê zarok û sivîl bên qetilkirin!
Di pêvajoyeke ku îhtimala aştiyê tê axaftin de, malbateke 9 kesî ku 7 ji wan zarok in, bi hovîtî hatin qetilkirin.
Ev ne êrişeke asayî ye; di heman demê de peyameke hişyar e ku armanca wê têkbirina hêviyên aştiyê ye.
Em gazî desthilata AKPyê dikin ku derbarê qetilkirina sivîlan de, ku di nav de zarok jî hene, bi lez daxuyaniyekê bidin û yên vî sûcê rezîl kirine eşkere bikin. Em wek DEM Partî dê vê hovîtiya eşkere di hemû platformên neteweyî û navneteweyî de bînin rojevê.
Em dê bi hemû hêza xwe li têkoşîna xwe berdewam bikin da ku berpirsyar bên diyarkirin û li ber edaletê hesab bidin.
Em daxwaz dikin ku saziyên navneteweyî yên serbixwe bi lez lêpirsînê dest pê bikin, paşxaneya êrişê ronî bikin û berpirsyaran derxin holê."