WAN - 88 kîlo zêrên qaçax hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêtê ya parêzgeha Wanê, di operasyonekê de 88 kîlo zêr hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya diyar kir ku bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Wanê û Birêveberiya Ewlehiyê ya parêzgehê operasyonek li dijî qaçaxçîtiyê hat lidarxistin.

Li navçeya Artemêtê di encama lêgerîna nav otomobîlê de 88 parçe zêrên ku her yek ji wan kîloyek bû dîtin û dest danî ser zêran.

Bihayê 88 kîlo zêr 215 milyon lîre ye ku dike nêzîkî 6 milyon û 700 hezar dolarên Amerîkî.