Kurdên Berlînê: Divê Almanya komkujiya Helebce wek 'Jenosîd' nas bike
Armanc Agîd Nêrweyî
Berlîn (Rûdaw) - Li Berlînê bi amadebûna Parlamenterên Kurd û şandeke ji Yekîtiya Nivîserên Kurd tayên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û hêjmareka berçav a revenda kurd, yada Helebçê hate bîranîn.
Duh di navbera demjimêr 15:00-17:00'an de li meydana navdar a Kudammê hêjmarek berçav a revenda kurd lihev kombûn û komkûjiya bi xwîn ya li hemberî gelê kurd li başûrê Kurdistanê şermezar kirin û herwiha Serhildana 12'ê adarê ya Qamişlo bibîranîn.
Girseya gel bi siroda Ey Reqîb 5 xoleka bêdengî rawestiyan ser canê qorbaniyên Karesata Helebceyê. Piştre bixêr hatina şandên beşdarî merasîmê bûne hat kirin. Sîrod û stranên li ser karesetê hatin gotin. Herwiha ji aliyê hêjmarek xwendekarên kurd ve belavokên bi zimanê Almanî liser rêvînga dihatin belavkirin.
Pilakatên weke 'Lêborîn li kuderê maye ?, Helebce û Qamişlo nayên jibîrkirin, kes û fîrmeyên beşdar bêne dadgehî kirin, Almanya li ser karesatê mikûr bê û weke Jenosîd bipejirîne û daxwaza lêborînê ji gelê kurd bê kirin' dihatin bilind kirin.
Di daxuyaniya Komele û Hêzên Siyasî de ku 5 xal hebûn wiha hatiye;
1. Danasîna komkujiyên li dijî Kurdên başûr bi cîhanê.
2. Ji bo qurbaniyên karesatê alîkariyên mirovî bên kirin.
3. Roja 16.03 li cîhanê bibe roja qedexekirina çekên kîmyayî.
4. Herwiha dadgeha navneteweyî şirket û kesên ew çek firotine û alîkarî dane rejîma Seddam Hûsên ji bo bikaranîna wan dadgehê bike û bigihîne sizayên xwe.
5. Desthelatdariya Almanyayê û Yekîtiya Ewropayê, komkujiya 'Helebce' û 'Enfal " yên navbera salên 1987-1989 hatine encam dayîn, wekî 'Jenosîd' nas bikin. Komkûjiya li hember gelê Kurd bide naskirin, Swêd û Birîtaniya weke nimûne ji xwe re bibînin.
Her sal piştî karesata Helebce sala 1988'an, li Berlînê Gorepana Kudammê revenda kurd lihevkom dibe û qûrbaniyên komkujiyê bi bîr tênin.