Li Osmaniyeyê 3 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Osmaniyeyê ya Tirkiyeyê 3 kes bi hinceta "propagandaya PKKyê" hatin desteserkirin û yek ji wan hat girtin.
Tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Osmaniyeyê bi hinceta ku wan li ser medyaya civakî propagandaya PKKyê kiriye ji bo girtina 3 kesan xebat da destpêkirin.
Her sê kes di biserdegirtina navnîşanên wan de hatin desteserkirin.
Piştî wergirtina îfadeyê ya li birêvebiriya ewlehiyê, hêzên ewlehiyê 3 kesên desteserkirî birin dadgehê.
Li dadgehê bi biryara dadwer 2 kes hatin berdan û kesek jî hat girtin.