Li Erzîngan û Erdexanê rêya 66 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzîngan û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêya 66 gundan hate girtin.

Li gor agahiyan 17ê Sibata 2023an li parêzgehên Erzîngan û Erdexanê berfeke zêde dibare û ji ber vê yekê jî çûnûhatin li 66 gundan nayê kirin. Herwiha li parêzgeha Erzînganê rêya 44 gundan û li Erdexanê jî rêya 22 gundan hatiye girtin.

Îdareya Taybet ya her du parêzgehan ragihandiye ku tîmên wan ji bo vekirina rêyên gundan kar û xebat destpêkirine û berdewam e.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê sir û seqem berdewam e û li çend parêzgehan jî barîna berfe heye ku bandoreke nerênî li ser jiyana welatiyan dike.