Vahit Aba: Em dê nexşerêya sala 2022an ji bo Kurdî diyar bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Vahit Aba ragihand ku bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê a Cîhanî dê komxebatek saz bikin û got, "Piştî komxebatê weke Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, em ê nexşerêya sala 2022an a ji bo Kurdî bi daxuyaniyeke hevpar diyar bikin ji raya giştî re parve bikin.”

Endamê Platforma Zimanê Kurdî  Vahît Aba ku beşdarî bultena Rûdawê bû, derbarê çalakiyên "Hefteya Zimanê Dayikê" yên di çarçoveya "21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" de di navbera 17-23ê Sibatê de hatin ragihandin, agahî da.

Vahit Aba der barê sazkirina çalakiyên Hefteya Zimanê Dayikê de got: “Weke Platforma Zimanê Kurdî û saziyên din ên di warê Kurdî de dixebitin, me beriya niha civînek li dar xistibû û me nexşerêya Hefteya Zimanê Dayikê diyar kiribû. Weke saziyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) , Tora Ziman û Çanda Kurdî ) û Baroya Amedê me nexşerêyek hevpar çêkir.”

“Em ê ji bo Kurdî nexşerêya sala 2022an diyar bikin”

Aba da zanîn ku ew ê komxebatekê li dar bixin û da zanîn ku dê piştre bi daxuyaniyeke hevpar nexşerêya sala 2022an bi raya giştî re parve bikin.

Derbarê vê yekê de Aba wiha axivî: “Em bi armanca hişyarkirina ziman tevdigerin. Di vê çarçoveyê de me 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê weke destpêk qebûl kir. Di 21ê Sibatê de em ê li ser ziman û siyaseta ziman komxebatekê li dar bixin. Rêveberên sazî û partiyan dê beşdar bibin.Em li gel wê yekê ne ku Kurdên Bakur li ser kurdî siyaseteke hevpar a ziman bidin meşandin. Ji ber vê yekê me li hev kir ku komxebatekê li dar bixin.

Piştî komxebatê weke Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî em ê nexşerêya sala 2022an a ji bo Kurdî diyar bikin, daxuyaniyeke hevpar bidin û bi raya giştî re parve bikin.”

“Divê mafê zimanê Kurdî jî wek Tirkî hebe”

 Aba diyar kir ku der barê zimanê kurdî de raporek amade kirine û wiha got: “Em çûn Enqereyê û me serdana hemû partiyan kir. Di heman demê de me serdana nûner û konsolosxaneyên Yekîtiya Ewropayê jî kir. Me ji bo kurdî raporek qanûnî amade kir. Me ev rapor radestî wan kir. Rapora me “Em ji kurdan çi dixwazin, ji dewletê çi û ji civaka navneteweyî çi dixwazin” bû. Me bi saziyên navneteweyî re têkilî danî.

Divê zimanê Kurdî jî wek zimanê Tirkî bibe xwedî heman mafan. Weke mînak me got divê zanîngeheke ku bi zimanê Kurdî bê avakirin. Me got divê beşên ziman bên vekirin, di warên wek kîmya û fîzîkê de perwerdeya Kurdî bê dayîn.”

Aba wiha berdewam kir: “Em dixwazin Kurd di her warî de zimanê Kurdî bi kar bînin. Em dixwazin di jiyana xwe ya rojane de zimanê kurdî wek zimanê sereke bi kar bînin.”

Çalakiyên ji bo zimanê dayîkê destpê kirin

Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê a Cîhanî rêkxistinên kurdan ên parastin û lipêşxistina ziman û Komîsyonên Baroyan ên Ziman jî bernameyên xwe ragihandin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DERê bernameya xwe a heftiya zimanê dayikê eşkere kir. Çalakiyên Med-Derê îro dest pê kir û dê heta 23ê mehê dewam bikin.

Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurdî ya Amedê û Tora Ziman jî hevparên van çalakiyan e. Li nava bazara sebze û fêkî belavkirina navên kurdî ên şînkatiyê û berdilkên bazarê yên bi kurdî jî yek ji çalakiyan e. Şahî, daxuyanî, panêl û semîner jî di bernameyê de hene. Platforma Zimanê Kurdî jî beşdarî van çalakiyan dibe.

Di bernameyê de roja 22ê mehê, li Komeleya Wêjekarên Kurd şahiya ziman heye û roja 23ê mehê jî bi serpereştiya Egîtîm Senê li Şanoya Bajarê Amedê wê bernameya stand up, çîrok û muzîkê were pêşkêşkirin.

Bi heman rengî Baroya Mêrdînê jî îro dest bi çalakiyên Heftiya Ziman dike û wê heta 21ê mehê ku Roja Cîhanî a Zimanê Dayikê ye berdewam balê bikşîne ser girîngiya zimanê dayikê. Di bernameyê de ji muzîka mêrdînê, heta bi wêjeya pêkhateyên cuda ên wî bajarî, ji çîrokên Kurd, Suryanî û Ereban heta bi sempozyûmên li ser ziman gelek çalakî hene.