Duran Kalkan: Li Gare hedef ne esîr bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveberiya PKKê Duran Kalkan di derbarê operasyona Gare de got “Armanca êrişa Gare bêguman ne ew leşker bûn. Armanca sereke lêxistin, bêbandorkirin û perçiqandina Baregeha Navendî bû. Dema di vê de bi serneketin, ji bo serê bigrin vê yekê derxistin pêş.”

Duran Kalkan ji televîzyoneke ku nêzikî PKKê ye re axivî û êrişa  artêşa Tirkiyê ya li ser Çiyayê Gare nirxand.

Li ser pirsa “Li Gare çi bû?“ Kalkan wiha bersiv da “Ev Pirseke dîrokî ye. Herkes ji xwe dipirse, hewl didin fem bikin. Wisa tê xuyakirin, ew ê bêtir bê nîqaşkirin. Dibe ku encamên nû derkevin holê ku dê rêça dîrokê biguherîne.”

Duran Kalkan ragihand ku piştî serdana Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê Hulûsî Akar bo Hewlêr û Bexdayê, wan texmîn kiriye ku dê operasyonek li dijî wan pêk bê.

Duran Kalkan axavtina xwe wiha berdewam kir “Tiştê kû ne dihat zanîn, dê operasyon li kê derê bihata kirin bû. Ew jî saet di navbera 03:00 – 04:00ê sibeha 10ê Sibatê de zelal bû. Armanca êrişê Gare bû. Tam 4 roj, 96 saet bê navber di dîrokê de yek ji şerên leşkerî yê herî dijwar pêk hat. Encam li rastê ye. Piştî 4 rojan, sibeha 14 Sibatê de qet li pey xwe venegeriyan û mecbûr man reviyan. Piştî şerê 4 rojan şikestineke leşkerî ya giran xwarin. Ev dikare wekî têkçûnek tevahî bê gotin. Bi kurtasî Pence-Baz nebû piyê mirîşkê jî.

Di derbarê armanca operasyona Gare de Duran Kalkan got “Armanca Operasyonê bêbandorkirina pergala kontrola fermandariya HPG û YJASTAR bû. Ev dişibe êrişa Zapê ya 19-20ê Sibata 2008an.”

Kalkan dibêje “Armanca êrişa Gare ne ev leşker bûn. Armanca sereke lêxistin, bêbandorkirin û perçiqandina Baregeha Navendî bû. Dema di vê de bi serneketin, ji bo serê bigrin vê yekê derxistin pêş. Rojevê diguherînin. Ew dixwazin sûcên xwe veşêrin. Operasyon ji bo vê yekê nehat kirin. Dibêjin leşker hatine kuştin. Hûn ketin wê derê û we wan kuşt. We li wê derê fermandar û şervanên ku ewlehiya esîran diparastin jî kuşt. Dê sibê bîlanço bê dayîn.”

Li ser encamên operasyonê Kalkan wiha axivî “Ew vê yekê wekî ku dest bi rizgarkirina leşkerên esîr destnîşan dikin, ev derew e, xelet e. Berevajîkirineke şerê taybet e. Tayyîp Erdogan digot ez ê mizgîniyê bidim, li gorî xwe dixwest cejn bike. Lê ji bo wî bû roja reş. Lê têk çûn. Di dawiyê de careke din di dîroka xwe de têkçûneke leşkerî ya herî giran stendin. Ne tenê artêşa Tirkiyê, di heman demê de MIT, hêzên taybet, hemû hêzên artêşê jî têk çûn. Wan bixwe jî got. Digotin em ê şevekê ji nişkeve werin. Reviyan.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh 16ê Sibata 20021an li Trabzonê têkildarî operasyonê axivî bû û gotibû: “Ji bo cardin rastî êrîşên bi vî rengî neyên li ciyên ku hatine ewledarkirin çiqas hewce bike em dê ewqas bimînin.”

Erdogan herwiha anîbû ziman: “Gare navçeyeke zehmet bû, lê Gare ket û ji ber wê em dê li navçeyên aram ên ku hatine çêkirin bimînin. Em dê tevgera xwe berfirhtir bikin.”

Ji aliyê  aliyê din rojnamevan Fehîm Taştekîn di derbarê armanca operasyona Gare de di gotara xwe yd Duvarê de got: “Dixwwestin roja 10ê Sibatê mizgîniyê bidin. Saet di 02:55 de bi 41 firokeyan li dijî Çiyayê Gare operasyona Pence Baz-2 dest pê kir. Piştî 2 saetan bi helîkopteran ji hewa ve leşker danîn û operasyona bejayî hat destpêkirin. Yekemîn encama danîna ji hewayê; Rizgarkirina leşker, polîs û karmendên îstîxbaratê ji destê PKKê an jî plana girtina rêveberên PKK Duran Kalkan ku dihat gotin ku li vir bi cî bûyê û Murat Karayılan yê ku tê gotin derbasî vê heremê bûye bû. Hedefeke du serî. Mizgînî dê ev bûya.”

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence Baz-2 destpê kir ku Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de dibêje tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.

Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye. HPG herwiha ragihandiye, ew dê di demeke nêzîk de amarên taybet bi şerê li Gare belav bikin.

Di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê yên ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin. Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.