Li zanîngehên Herêma Kurdistanê 600 xwendekarên Rojavayê Kurdistanê dixwînin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Rêxistina Yekîtiya Qotabiyan û Xwendekarên Demokrat a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dibêje, 600 xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li zanîngehên Herêma Kurdistanê dixwînin, lê derfta ku bikarin kar peyda bikin, kêm û sînordar e.

 

Berpirsê Rêxistina Yekîtiya Qotabiyan û Xwendekarên Demokrat a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, Ehmed Mihemed Emîn hejmara xwenekarên Rojavayê Kurdistanê yên ku li zanîngehên Herêma Kurdistanê dixwînin, eşkere kir.

 

Ehmed Mihemed Emîn di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Li Herêma Kurdistanê bi giştî 600 xwendekarên xelkê Rojavayê Kurdistanê di zanîngehên Herêma Kurdistanê de dixwînin, ku 300 kes li Hewlêrê, 150  kes li Duhokê û 150 kesên din jî li Silêmaniyê ne”.

 

Mihemed Emîn derbarê hejmara xwendekarên qonaxên berî zanîngehê de jî got, “hejmara xwendekarên Rojavayê Kurdistanê  yên qonaxên seretayî, navendî û lîseyê ku li Herêma Kurdistanê dixwînin, nayê zanîn, ji ber ku xwendekarên wan qonaxan li nav kampan û li deveyî kampan jî dixwînin, lewma hejmareke dirist li ser hejmara wan xwendekaran li ber dest nîne”.

 

Derbarê derfeta peydakirina kar bo wan xwendekarên Rojavayê Kurdistanê de ku li zanîngehên Herêma Kurdistanê xwendina xwe diqedînin, Ehmed Mihemed Emîn da xuyakirin: “Di sektora taybet de heta astekê derfeta karkirinê bo wan heye, lê belê niha herî zêde me pirsgirêka regeznameyê heye. Eger kar li gor pisporiya xwendekarê Rojavayî be jî, lê belê wî nagirin kar”.

 

Berpirsê Rêxistina Yekîtiya Qotabiyan û Xwendekarên Demokrat a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê tekez jî kir: “Rojavayiyên ku xwendina xwe qedandine, li rêxistinên navdewletî û kompaniyên petrolê derfeta karkirinê  nadin wan. Çimku merc e kesên ku di rêxistinan de kar bikin, divê xwediyê regeznameya Iraqî bin”.