Parlementerê HDPê Ferhat Encu hate desteserkirin

Navenda Nûçeyan – Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu tevî ku 2 roj berê hatibû berdan, îro ji aliyê polîsan ve cardin hate desteserkirin.

 

Parlementerê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu 2 roj berê ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan lê ji ber îtîraza dozgeriyê îro li Firokexaneya Şerafetîn Elçî ya Şirnexê dîsan hate desteserkirin.

 

Ferhat Encu bi hincetên ‘endamê rêxistina çekdar a terorî ye’ û ‘propagandaya rêxistinê dike’ ji 4ê Mijdara 2016an ve li girtîgehê bû û bi daxwaza zindanîkirina 22 salan li ser du dozên cuda, dihate darizandin.

 

Dadgehên Amed û Şirnexê di derheqê parlementerê HDPê de biryara berdanê  dabû. Encu 15ê Sibatê ji Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê serbest hatibû berdan.


Du roj piştî berdanê, vê sibehê dema ku parlementerê HDPê Ferhat Encu ji Stenbolê diçû Şirnexê, gava gihişte Firokexaneya Şerafetîn Elçî ya Şirnexê ji aliyê polîsan ve cardin hate desteserkirin.

 

Hat ragihandin ku li ser îtiraza dozgeriyê, cardin biryara desteserkirinê wî hatiye dayîn.