Li Dîlokê ji ber mij û moranê geştên esmanî hatin betalkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji ber mij û moranê hinek geştên esmanî hatin betalkirin û hinek ji wan jî hatin bipaşxistin.
Li seranserê bajêr ji şeva borî ve mij û moran berdewam e û bandoreke neyînî li çûnûhatina esmanî û bejayî kiriye.
Li gorî zanyariyan, ji ber vê yekê îro geştên Stenbol û Enqereyê hinek ji wan hatine betalkirin û hinek ji wan jî hatine bipaşxistin.
Li parêzgehê welatî di çûnûhatina bejahiyê de jî rûbirûyî zehmetiyan bûne û mesafeya dîtinê daketiye heta bi 15 metreyan.
Rayedaran derbarê rewşê de hişyarî daye ku welatî li gorî tedbîran tevbigerin.