Keçeke nexweş a ji Rojavayê Kurdistanê ji bo bijî li benda vîzeyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê ku ji zikmakî ve nexweşiya dil pê re heye, ji bo neştergerî jê re were kirin pêwîst e biçe derveyî welat. Konsulxaneya Almanyayê li Hewlêrê daxwaza wan a vîzeyê red kiriye û niha malbat li bendê ye ku ji keça wan re çareseriyek bê dîtin.

16 sal e dayika Aya êş û azarê keça xwe ya nexweş heldigre. Aya, ji zikmakî ve nexweşa dile û di van 16e salan de 2 caran neştergeriya dil kiriye.

Ew bi xwe ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, lê tevî gerên wê di nava nexweşxaneyên Qamişlo, Dîmeşiq û Herêma Kurdistanê de, ta niha nekarîne rewşa wê çareser bikin.

Mamê Aya Noredîn Şemdîn got “ji me re gotin emeliyata wê li Sûriyê nabe divê tekez here derveyî Sûriyê yanî Ewropayê emeliyat bibe.”

Çareseriya Aya li Sûriya û Rojavayê Kurdistanê herweha li Iraq û Herêma Kurdistanê nabe.

Malbata Aya rezamendiya nexweşxaneyeke li welatê Almanyayê wergirtiye û eve 3 meh e li Herêma Kurdistanê ne ji bo wergirtina vîzeya Almanyayê, lê Konsulxaneya Almanya li Hewlêrê daxwaziya wan red kiriye.

Di nava vê nexweşxaneyê de, li paytexta Herêma Kurdistanê, Aya beşek ji çareseriya xwe werdigre.

Li gor bizîşkê Aya rêjeya serkeftina vê neştergeriyê kême, lewma pêwîste were veguhestin bo Ewropa.

Serokê beşê neştergeriya dilê zarokan li senterê dil ya Hewlêrê Dr.Selam Mihemed Hesen got “Dilê wê kun tê de heye û pêwîstiya wê bi emeliyatê heye. xeteriya emeliyatê zor e. Divê ew berî 12-15 salan emeliyat bibûya, nekiriye. Li aniha jî divê her tişt ji bo wî bikin ji ber ku oksîjena wê pir li xwarê ye divê emeliyat bibe.”

Li gor rewşa Aya, nabe mandî bibe, nabe bi kêf be û di heman demê de qehr jî bi kêra wê naye.

Niha jî li benda alîkariyekêye ji bo ku ew jî wek hevalên xwe jiyaneke asayî derbas bike û ji van qeyd û bendan rizgar bibe.