Partiya Kedê: Astengiyên li pêşiya zimanê dayikê rakin
Dêrsim (Rûdaw) – Şaxê Partiya Kedê li parêzgeha Dêrsîmê ragihand ku divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin û bang li dê û bav û xwendekaran kir ku li dibistanan dersên Kurdî hilbijêrin.
Şaxê EMEPê li Parêzgeha Dêrsimê bi HDPê re, ji bo dersên Kurdî ji aliyê malbatan ve li dibistanan were hilbijartin, li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.
Rêvebera Partiya Kedê ya Dêrsimê Yaşar Çîçek daxuyaniya çapemeniyê bi Kirmanckî (Zazakî) xwend û got: “Pêvajoya dersên bijarte yên li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê berdewa dewam dike. Di nav van dersan de Kurdî (zaravayên Kurmancî û Zazakî) jî heye ku xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8 dikarin hilbijêrin. Îsal jî ji bo dersên bijarte yên zimanê Kurdî di raya giştî ya herêmê de bangeke zêde hatin kirin. Li gorî prosedurê ji bo vekirina dersa hilbijartî divê herî kêm 10 xwendekar serlêdan bikin. Ji bo vê pêvajoya hilbijartinê ku dê heta 31ê Çileyê berdewam bike bangên curbecur dewam dikin. Piştî bangên sala par bi hezaran xwendekaran Kurmancî û Zazakî hilbijartibûn, lê ji bo fêrkirina zimanê zikmakî mamoste kêm bûn.”
Çîçek bal kişand li ser nedamezrandina mamosteyên zimanê Kurdî û got: “Samimiyeta hukûmeta ku di her firsendê de dersên bijarte yên Kurdî wek malzemeyên propagandayê bi kar tîne, ji hejmara mamosteyên tayînkirî jî derdikeve holê! Nêzîkî 2000 mamosteyên ku li zanîngehan ji beşên Kurdolojiyê derçûne niha nehatine damezrandin. Di Îlona 2022an de tenê 3 mamosteyên Kurdî ku 2 ji wan Kurmancî û yek jî Zazakî bûn, hatine damezrandin. Wezaretê hewl da ku kêmasiya mamosteyên Kurdî bi mamosteyên ji beşên din tijî bike. Li Tirkiyê heta niha tenê 82 mamosteyên Kurdî di dibistanên dewletê de dixebitin. Par nêzî 20 hezar xwendekarî dersên Kurdî hilbijartibûn. Lêbelê, nîqaşa li ser çawaniya pêşkêşkirina vê xizmeta gelemperî berdewam dike.”
Çîçek diyar kir ku ew weke Rêxistina Partiya Kedê ya Dêrsîmê careke din tekez dikin ku pirsgirêka Kurd tenê li ser esasê mafê wekheviya tam a neteweyî çareser dibe û wiha pê de çû: “Em mijara perwerdehiya bi zimanê zikmakî di warê wekheviya tam a mafên neteweyî de yek ji mijarên herî bingehîn dibînin û dibêjin dersa Kurdî ya bijarte di vê wateyê de daxwazên gelê me pêk nahêne. Em careke din tekezî li ser pêwîstiya 'ne dersa bijarte, lê perwerdehiya bi zimanê dayikê ye' dikin. Lê herwiha em dibêjin ku di çarçoveya têkoşîna perwerdeya bi zimanê zikmakî de divê ji bikaranîna vî mafî dûr nekevin. Wezareta Perwerdehiyê; ji bo pêşxistina dersên Kurdî yên bijarte divê bi lezgînî zêdetir mamosteyên Kurdî bên damezrandin.
Divê pêşî li dosya û zextên ku xwendekar û malbat di hilbijartina dersê de rastî wan tên, bên girtin û hilbijartina bi zimanê dayikê bê teşwîqkirin. Weke Rêxistina Parêzgehê ya Partiya Kedê em dibêjin ku divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin. Em dê û bav û xwendekaran vedixwînin ku dersên kurdî hilbijêrin.”