TAYBET - Mesut Tek: Hikûmet amadekariyan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek amaje bi wê dike ku hikûmet ji bo çareserkirina Pirsa Kurd ketiye nav hewldan û amadekariyan û li ser vê mijarê bang li aliyên Kurd dike ku helwesta xwe bikin yek, însiyatîfekê pêk bînin û daxwazên xwe yên hevbeş pêşkêş bikin û dewletê neçar bikin ku bi rêyên demokratîk û aştiyane Pirsa Kurd çareser bike. Mesut Tek, dersa Kurdî jî wek sengerekê dibîne û dibêje, ji bo bidestxistina sengerek din divê “em vî sengerî qayîm bikin” û ji bo hilbijartina dersa Kurdî bang li malbat û xwendekaran dike.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek li ser xebatên hevgirtina aliyên Kurdî û pêkanîna xeteke sêyem, çareserkirina Pirsa Kurd û helwesta hikûmet û aliyên din, egera hilbijartina pêşwext, xebatên ji bo ziman û herwiha rewşa siyasî û aborî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bersiva pirsên Rûdawê da.

`Divê em bereyeke Kurdistanî pêk bînin`

Li Tirkiyê niha du bereyên sereke yên siyasî hene ku wek Tifaqa Cumhur (AKP-MHP) û Tifaqa Millet (CHP-IP) tên binavkirin û Mesut Tek pêwîst dibîne ku Kurd jî xeteke sêyem a Kurdî pêk bînin û tekez dike, “Em dibêjin, `divê em bereyeke Kurdistanî pêk bînin` ku hemû alî, rêxistin, sazî, hunermend, serok eşîr, mela, rîspî... hemû bên cem hev û li ser xalên hevbeş lihev bikin û `Navenda Kurdistanî` rabigihînin.”

Li gor gotina Serokê PSKê piştî ku ev `Navenda Kurdistanî` hat ragihandin, divê li gel bereyên din dest bi diyalogê bike ka “kîjan alî amade ye li gel me bikeve peywendiyê û daxwazên me qebûl bike da ku em bi wan re bidin û bistînin.”

Li ser xebatên ji bo pêkanîna bereya Kurdistanî yan jî `Navenda Kurdistanî`, Mesut Tek eşkere dike, “Kar û xebatên me yên pêncqolî heye û em hêj negihiştine encamekê û lê me li ser hinek xalan lihev kiriye ku xalên netewî û demokratîk in. Xebatên me berdewam in ku em birêkûpêktir bikin.”

Civîneke mezin li Amedê

Serokê Giştî yê PSKê her li ser vê mijarê radigihîne ku ew dê li bajar û bajarokên Kurdistanê meha Sibatê dest bi sazkirina civînan bikin û “em dê bi miletê xwe û aliyên siyasî re van mijaran gotûbêj bikin. Piştî wê jî em amadekariyan dikin li Amedê civîneke mezin çêbikin û  bernama xwe rabigihînin bo raya giştî ya Tirkiye û Kurdistanê.”

Mesut Tek tekez dike, “Daxwazên me maqûl in, realîst in û ne hemasî ne. Ev daxwazên hemû Kurdan e, daxwazên çep, misilman, lîberal û demokratên Kurdan e. Daxwazên wan e, yên ku dibêjin; `ez Kurd im û azadiya welatê xwe dixwazim. Eger kar bi vî rengî berdewam e, em dê Newrozê rabigihînin.”

Mesut Tek derbarê xebatên ji bo beşdariya hilbijartinê jî amaje bi şert û mercên yasayî yên beşdariya partiyên siyasî bo hilbijartinan dike û dibêje, “Li gor yasayê divê partiya me li 41 bajar û 410 bajarokan rêxistinên wê hebin. Kurdistana (Bakur) hemû 22 parêzgeh e û li gor yasayê divê me li bajarên Tirkiyê jî rêxistin hebin ku ev ji bo me gelek zehmet e. Lê em dikarin bi rengekî din jî helwesta xwe diyar bikin. Partî niha dikarin bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê.”

`Hilbijartina çarenûssaz`

Li ser egera hilbijartineke pêşwext jî ku niha bûye daxwaza sereke ya aliyên opozisyona Tirkiyê, Mesut Tek, ne di wê baweriyê de ye ku di vê “rewşa xerab a aborî” de hilbijartinek pêk bê û dibêje, “Erdogan dizane eger di vê rewşê de beşdarî hilbijartinê bibe, ji %100 tê têk biçe. Lewma niha neçar e di jiyana rojane ya aborî ya xelkê de hinek guhertin û çaksaziyan pêk bîne da ku daxwaza dengan bike, ev jî zehmet.”

Lê Serokê Giştî yê PSKê dibêje, di dema xwe de jî hilbijartin pêk were “Erdogan biser nakeve, pêşwext an jî di wexta xwe de, hilbijartina bê ji bo Erdogan çarenûssaz e. Lewma Erdogan her bi çi awayî be dixwaze desthilata xwe biparêze.”

Pirsa Kurd û helwesta aliyên Kurdî

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, vê heyama dawî behsa destpêkirina proseyeke nû tê kirin ji bo çareserkirina Pirsa Kurd û dibêje, “Behsek heye ku dê proseya çareserkirina Pirsa Kurd destpê bike û hikûmet amadekariyan dike. Hinek dengoyên din jî hene ku dibêjin, (proseyê) destpê kiriye. Proseya çaresekirina siyasî divê em bi girîngî werbigirin. Eşkere bû ku Pirsa Kurd li Tirkiyê bi rêya tundûtûjî û xebata çekdarî çareser nabe.”

Mesut Tek tekez dike, “Jibilî PKKê hemû aliyên siyasî behsa çareseriya demokratîk û aştiyane dikin û baştir e ku ew aliyên behsa vê dikin bên cem hev û û insiyatîfekê pêk bînin ji bo çareserkirina Pirsa Kurd bi rêya diyalog û aştiyê. Divê em wê yekê nehêlin, her dema AK Partî tengav bû, behsa çareseriyê bike û partiyên din dema hewceyî dengên Kurdan bûn, behsa çareserî û mafên Kurdan bikin. Em aliyên Kurd ku ev girêdayî me ye û em daxwaz dikin Pirsa Kurd bi rêya diyalogê were çareserkirin, divê em hinek daxwazên hevbeş  pêşkêş bikin û zextê çêbikin ku dewlet bê çareser bike. Divê em helwest û daxwaza xwe bikin yek û bêjin, `tenê rêyeke çareserkirina vê yekê heye ku ew jî; aştî û demokrasî ye û werin em çareser bikin.”

Astengiyên li pêş Kurdan

Derbarê asteng û derfetên li pêş Kurdan jî Mesut Tek dibêje, “Astenga herî mezin aborî ye. Duyem, zilm, zordarî û teperserkirina dewletê bi xwe ye. Sêyem, milîtarîze û leşkerkirina Kurdistanê ye. Her roj  bi navên cuda operasyon tên kirin. Dewlet naxwaze Kurd bo mafên xwe derkevin meydanan. Me digirin, me diavêjin zindanan, desteser dikin, bi ser partî, rêxistin û komeleyan de digirin û nahêlin em û kar û xebata xwe bikin.”

Serokê Giştî Mesut Tek derbarê xebatên ji bo zimanê Kurdî jî dibêje, “Niha li Kurdistana Bakur 2-3 rêxistin hene ku kar û xebatên ziman dikin û yek ji wan Platforma Zimanê Kurdî ye û em jî yek ji damezrênerên vê platformê ne ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê.”

Banga ji bo zimanê Kurdî

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartina dersên bijarte berdewam e ku du ji wan dersên Kurdî (Kurmancî-Zazakî) ne û xwendekar û malbat dikarin heta 21/01/2022, dersa Kurdî hilbijêrin. Mesut Tek vê mijarê jî wek qonaxek û bidestxistina sengerekê dibîne ji bo çareserkirina Pirsa Kurd û dibêje, “Hilbijartina dersên bijarte wek Kurmancî û Zazakî bêguman meselê çareser nake, lê ji nebûn û tunebûnê baştir e û rê xweş dike ku Kurdî bibe zimanê fermî û di dewletê de bê bikaranîn. Li gor me Pirsa Kurd êdî qonax bi qonax tê çareserkirin. Tu sengerekê bidest dixî û qayîm dikî ji bo girtina sengerê din. Ziman jî wisa ye.”

Serokê Giştî yê PSKê her li ser vê mijarê dibêje, “Em bang li milet û gelê xwe dikin ku dersên Kurdî hilbijêrin. Dewletê dersên olî û ziman wek bijarte danîne; ti kesê ola me ji destê me negirtiye, lê tişta ji me zext kirine û ji destê me girtine; zimanê me ye, divê Kurd zimanê xwe hilbijêrin. Em bang li gelê xwe dikin ku zimanê xwe hilbijêrin.”