Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê tu demekê nabe beşek ji bo dirustkirina kêşeyê ji bo welatên Ewropayê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê îro li gel Serokê Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de ji ber alîkariya ji bo çareserkirina krîza koçberan spasiya Herêma Kurdistanê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand, “Herêma Kurdistanê tu demekê nabe beşek ji bo dirustkirina kêşeyê ji bo welatên Ewropayê.”

Îro Duşembê 17ê Çileya 2022an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê Gabrielius Landsbergis û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî civînê daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye, di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Lîtwanya, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, berdewamiya gefa DAIŞê û rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û pirsa koç û koçberan li kampên Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê spasî Iraq û Herêma Kurdistanê kir ji bo pêngavên wan û alîkariya ji bo çareserkirina pirsa koçberan û hêvî xwest ew hevkariya li ser vê pirsê hatiye holê wekî derfetek ji bo alîkariya hevbeş û pêşxistina peywendiyên Lîtwanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bêne berfirehkirin, bi taybetî di warên fêrkirinên pîşeyî, perwerde, proseya xwendinê û çendîn warên din de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Lîtwanyayê kir ku beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha di derbarê pirsa koçkirinê de jî tekez kiriye ku “Herêma Kurdistanê tu demekê nabe beşek ji bo dirustkirina kêşeyê ji bo welatên Ewropayê.”

Li gor daxuyaniyê, her du alî hevra bûn ku “divê rêgiriyê li bazirganîkirina bi mirov û bikaranîna wan a ji bo meremên siyasî bê kirin, ji bo vê mebestê jî alîkariya hevbeşiya welatan bi taybetî Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên Yekîtiya Ewropa pêwîst e.”

Nirxandina peywendiyên Hewlêr-Bexdayê, girîngiya peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewropayê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê êvara duh Yekşembê piştî serdana xwe ya bo Bexdayê gihîştibû Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatibû pêşwazîkirin.

Gabrielius Landsbergis herwiha îro dê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.