Keçekê li kampa Dareşekran dawî li jiyana xwe anî

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva derbasbûyî li Kampa Dareşekran keçeke aware ya nişteciha wê kampê dawî li jiyana xwe anî. Bavê keçikê dibêje ku "ti pirsgirêka keça min tinebû, ez li cem mêvanên xwe rûniştî bûm, ji me re çay çêkir û anî, piştre ji min re gotin ku xwe xeniqandiye".

 

Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ji Kampa Dareşekran a li Hewlêrê ragihand ku şeva derbasbûyî 16-01-2019an li Kampa Dareşekran a li Hewlêrê keçeke temen 14 salî ku penabera Rojavayê Kurdistanê bû, xwe xeniqand û dawî li jiyana xwe anî.

 

Li ser sedema xwekuştinê, bavê keça 14 salî Ferhan Abid ji Rûdawê re ragihand ku ti pirsgirêka keça wî tine bûye, ew li cem mêvanên xwe rûniştî bûye, keça wî ji wan re çay çêkiriye û aniye, piştre du zarokên wî yên din çûne malê û dema ku ew li cem mêvanên xwe bûye, keça wî ya biçûk hatiye û gotiye ku Rewa xwe kuştiye.

 

Bavê Rewa diyar dike ku ti pirsgirêk û arîşeya keça wî tinebûye û dibêje ku bi dilê xwe li kampê digeriya û diçû malên cîranên xwe û hemû jê razî bûn. Herwiha dibêje ku "em jî jê razî bûn, me ti sîtem lê nekiriye, ew keça min bû".