WAN - Du malbat pev çûn: 15 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê du malbat pev çûn û di encamê de  15 kes birîndar bûn.

Li navçeya Erdîşê niqaşa di navbera endamên malbata Eser û Gulsariyan ên ku dijminatiya hev dikin de mezin bû û veguherî pevçûnê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di pevçûna ku kevir, dar û kêr hatin bikaranîn de ji du malbatan 15 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên lin Erdîşê.