Hosteyê Amedî bi çîkolatayê ecînê çêdike û dixwaze wê tahmê li dinyayê bide nasîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê hosteyê ecînê Bîlal Yakut bi çîkolatayê ecînê çêdike û bi marqeya xwe "Çîgkoftelatta"yê dixwaze ecînê li gelek deverên dinyayê bide nasîn.

Bîlal Yakut par marqaya xwe Çîgkoftelatta tescîl kiribû.

Hosteyê 43 salî qasî 20 salan e ecînê çêdike 6 sal berê ji bo gerê çû Swîsreyê.

Li wir hevalên wî daxwaza ecînê kir û wî jî ji bo wan çêkir.

Ji ber ku tirşê hinaran tunebûye Yakut şûna wê çîkolata bi kar aniye û paşê ev fikr di hişê wî de maye.

Bîlal Yakut dema ku ziviriye Bakurê Kurdistanê, ji Swîsre û Hollandayê çîkolata daya anîn û ecîna ku bi wan çîkolatayan çêkiriye di Saziya Marqa û Patentê ya Tirkiyeyê de bi navê "Çîgkoftelatta"yê tescîl kir.

"Armanca min ew e ku li dinyayê bidim nasîn"

Yakut wiha behsa marqeya ku ava kiriye û kefxweşiya mişteriyên xwe kir:

"Çîkolataya me ji Belçîka û Swîsreyê tê. Em dihelînin û piştî hin kar û baran bi 21 cure nebat, baharat û rûnê zeyt em ji bo ecînê amade dikin.

Ji bilî vê, 2 cure sosên me yên çîkolotayê yên tûj û netûj jî hene. Mişteriyên me van sosan di taştêyê de dixwin û gelekî jê hez dikin."

Yakut wiha dewam kir: "Li Amedê gelek mişteriyên me çêbûn. Piştî ku tahm kirin her tim tên. Armanca min ew e ku ez li Amedê, Tirkiyeyê û dinyayê bidim nasîn."

"Divê her kes biceribîne"

Mişterî Adnan Yildirim jî got pêşiyê ev fikr ji bo wî gelekî ecêb bûye lê piştî ku wî ceribandiye gelekî kêfa wî hatiye.

Yildirim got ew her tim bi malbatî diçin xwarinê û wiha axivî:

"Tahmeke pir xweş e. Divê her kes biceribîne. Ji bo nasandina bajêr jî pir girîng e. Divê li dervayî Amedê jî bê xwarin û nasîn."

Keça Adanan Yildirim a bi navê Beren Aryayê jî got ew çîkolatayê gelekî hez dike, ji ber ku ecîna tûj û çîkolata bi hev re ne ew êdî ecînê dixwe.

Berat Yelmen jî got wî berê zêde ecîn nedixwar lê ew niha gelekî jê hez dike û ew bi malbatî her tim diçin wir.