Li Siwêregê qeza: 4 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku şofêrê wê Cuma Gumuştaş (43) bû, li cadeya Mewlana Celaleddîn Rûmiyê li otomobîla ku şofêrê wê Muhammed Kayaş bû qelibî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Ji bilî her du şofêran Yasîn (69) û Hikmet Gumuştaş (55) jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.