Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê: PKKyiyan êriş kir û hejmarek pasewan birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê Şewket Berbiharî ragihand, alîgirên PKKê roja Çarşembê li ser pira di navbera Pêşabûr-Sêmalka de bi molotofan, kevir û daran êrişî xala sînorî ya li aliyê Başûrê Kurdistanê kirine û di encama êrişê de hejmarek pasewan bi dijwarî birîndar bûne û camên otomobîla agirvemirandinê ya li sînorê Pêşabûrê şikandine.

Roja Çarşembê 15ê Kanûna 2021an girseyek li aliyê Rojavayê Kurdistanê ku dema çend mehan e li deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmelka ku yekane deriyê sînorî yê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye, xwepêşandanek li dar xistin û piştre êrîşî hêzên ewlekariyê yên li aliyê Pêşabûrê kirin.

Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê Şewket Berbiharî derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û têde ragihand, “Dema 3 mehan e bi biryara PKK du kon li xala sînorî ya Sêmalka ya di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatine vedan û rojane bi zorê xelk di wan konan de tên komkirin û bi bilindkirina ala û sembolên PKKê û dirûşmên li dijî Herêma Kurdistanê, wan kesan han didin.”

Şewket Berbiharî dibêje, “tevî hemû şerfirotinên PKKê, lê belê ji ber berjewendiyên giştî û berçavkirina rewşa xelkê xweştivî yê Rojava, em aram bûn û me ti bertekek nîşan neda.”

Bebiharî tekez dike, “lê belê mixabin roja Çarşebê 15ê Kanûna 2021an, bi vê yekê nesekinîn û bi zêdeyî 100 kesan û li ber çavên xelkê û Asayişa Sêmalka, bi molotofan û kevir û daran, li ser pira navbera Pêşabûr û Sêmalka ber bi sînorê me li Pêşabûrê êriş kirin, di encama van êrişan de hejmarek pasewan bi giranî birîndar bûn û camên otomobîla agirvemirandinê ya xala sînor jî şikandin.”

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê PKKê bi encamdana êrişên li ser deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê tohmetbar dike û dibêje, “Armanca PKKê ji vî karî tenê çêkirina aloziyê û têkdana rewşa Herêma Kurdistanê û rêgirî li berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Pêşabûr yekane rêya hatin û çûnê ya xwîşk û birayên me li vê derê ye û rêya peydakirina debara xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Lewra PKK bi van karan û daxistina sînorê Pêşabûrê, dixwaze zirarê bigihîne xelkên sivîl ên Rojava û her ew bi xwe jî berirsyarê rawestandina hatin û çûn û girtina vî deriyê sînorî ne.”