Li Amedê mînîbus wergeriya: 7 kes birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mînîbus rêwiyan wergeriya û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, minîbusa rêwiyan ya ku şofêrê wê Ahmet Malkoç û plaqeya wê 21 M 0221 e li xaçerêya Yenîhal Kopruluyê wergeriya.

Di qezayê de Ahmet Malkoç û 6 rêwî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyer û birîndar bo nexweşxaneyn veguhestin.

Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e.