Mesut Tek: PKK ev e!

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek peyamek belav kir û nerazîbûn nîşanî PKKê da.

Mesut Tek li hejmara xwe ya Twitterê derbarê dawîn aloziyên ldi navbera PKK û Pêşmerge li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Mesut Tek dibêje, "PKK ev e. Dê êrişî Pêşmerge bikî lê bêjî `êrişî me dikin`. Hikûmraniya Hikûmeta Kurdistanê nasnekî lê dê bêjî `PKK mêvan nîne, xwediyê malê ye`. Dê boriyên petrolê biteqînî, ziyanê bigihînî hikûmetê, paşê bang bikî ku gel birçiye û banga berxwedanê bikî.”

Ev peyama Mesut Tek di demekê de ye ku Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku demjimêr 01:00ê şeva borî li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê şerek di navbera Hêzên Pêşmerge û komeke çekdarên PKKê de derket, ku dixwestin bi “qaçaxî û bi awayekê neyasayî derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.”

 

 

Serbest Lezgîn herwiha diyar kir, hêzên YPGê jî ji nav axa Rojavayê Kurdistanê ve êrîş kirine û hewl dane dest bi ser xaleke Pêşmerge de bigirin û bi çekên giran êriş kirin.

Medyayên nêzîkî YPGê jî ji zarê çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin, ku YPG red dike êrîşî Hêzên Pêşmerge kiribe û diyar jî kirine ku YPGê li ser mijarê daxuyaniyeke fermî belav bike.

Herwiha  PKK di 13ê Kanûnê de li gundê Dêrelûka navçêya Amêdiyê ya ser bi Duhokê ve jî êrişî hêzên Peşmerge kiribû û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bibû.