ROJHILATÊ KURDISTAN – Xelk ji ber barîna berfê dilxweş e

Urmiye (Rûdaw) – Roja Çarşema borî pêlekê berfê li parêzgehên Urmiye, Sine, Îlam, Loristan û Kirmanşanê barî û ji ber vê jî rêye gelek navçe û gundan hate girtin.

 

Li gorî salên derbasbûyî, li Rojhilatê Kurdistanê îsal berf dereng barî. Xelkê navçeyên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, ji ber metirsiya hişkesaliyê, derengketina berfê ew nîgeran kirine.

 

Ji ber baranê li Urmiye, Sine û Kirmanşanê dibistan ketin bêhnvedanê. Tenê li Urmiyê rêya 130 gundan hate girtin.

 

Li gorî ragihandina Rêveberiya Rêyan a Sineyê, rêya piraniya gundên Seqiz û Bane hate girtin.

 

Bi tevê barîna berfeke zêde û daketina pileyên germê, xelkê Rojhilatê Kurdistanê dilxweş in.

 

Lewma jî li piraniya navçeyan xelk bi derfetên xwe rê û banên xwe paqij dikin.