Ekrem Îmamoglu çû serdana Ahmet Turk

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çû serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro li gel şandeyekê li Mêrdînê çû serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin.

Ahmet Turk, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Îmamoglû pêşwazî kir.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê yê ji Birêvebiriyên Xwecihî Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryakî jî beşdarî pêşwazîkirinê bû.

Hemû paşê çûn mala Ahmet Turk ku wekî Qesra Qenco tê zanîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê mehê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kiribûn.