MÊRDÎN - Yek jê zarok 2 kes hatin girtin: Hincet xwepêşandanên li dijî qeyûman e
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji 5 kesên ku piştî xwepêşandanên li dijî qeyûman hatibûn desteserkirin 2 ji wan hatin girtin, yek jê zarok e.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê mehê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirin.
Ji wê rojê ve li piraniya Bakurê Kurdistanê nerazîbûnên gel a li dijî tayînkirina qeyûman didomin û bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan didin.
Rojane hejmarek kes ji ber wan xwepêşandanan tên desteserkirin û girtin.
Li parêzgeha Mêrdînê di çarçoveya lêkolîneke serdozgeriyê de ji ber beşdariya xwepêşandanên li dijî qeyûman û parvekirinên tora civakî welatiyên bi navên Fatma Ozturk, Rojhat Taş, Şeyhmus Kavrî, Ferhat Erdem û zarokekî bi navê M.Ç. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn desteserkirin.
Li gorî Ajansa Mezoptamyayê her 5 kes roja înê piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê bi hinceta “zerer gihandine malê dewletê û tevî ku ne endam in li ser navê rêxistinê tawan kirin” e bi daxwaza girtinê ber bi dadgehê ve hatin şandin.
Dadgehê biryar da ku welatiyê bi navê Ferhat Erdem û zarokê bi navê M.Ç werin girtin û Fatma Ozturk, Rojhat Taş û Şeyhmus Kavrî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.