Li Meletiyê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej îro saet 01:32an çêbûye.

Li gorî daxuyaniya AFADê navenda erdhejê navçeya Meletiya Kevin bûye.

Herwiha erdhejê di kûrahiya 11,5 kîlometreyan de rû daye.