Serokkomarê Iraqê: Di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkên bingehîn hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Berhem Salih amaje bi wê yekê kir ku divê pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bi diyalogeke rasteqîn bên çareserkirin û got, ew hêvîdar in hikûmeteke ku piştî hilbijartinan bersiva daxwazên Iraqiyan bide bê avakirin. Herwiha Salih got “Di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de pirsgirêkên bingehîn hene.”

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê hatiye organîzekirin, axivî.

BerhemSalih got "Piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinan û em hêvîdar in ku hikûmeteke ku mafê Îraqîyan ji bo jiyaneke azad û birûmet bi cih bîne, ava bikin." Herwiha Salih diyarkir Salih ku di warê misogerkirina xebata dewletê de pirsgirêk hene ku divê li ser wan xebat bê kirin.

Salih ragihand "Di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de pirsgirêkên bingehîn hene. Ji ber vê yekê divê çareseriya wê bingehîn be. Ji bo derbaskirina pirsgirêkên di butçeyê û mijarên din de, divê li Bexdayê diyalogeke rast bê kirin."

Serokkomarê Iraqê Salih amaje bi wê yekê jî kir, ku Iraq hê jî rûbirûyê metirsiya ewlehiyê ye, ji bo vê yekê pêwîstiya hevkariyên navçeyî tekez kir.

Salih got, "Li Rojhilata Navîn serdemên veguhêz û guhertin hene û Iraq navenda vê yekê ye" got ku tişta ku li vir çêbibe wê bandoreke mezin li herêmê bike.

Serokkomarê Iraqê tekez kir û got "Iraq cihê kombûna pêkhateyên Ereb, Kurd, Şîe, Sunne û pêkhateyên din e û di heman demê de cihê pêwendiya navbera Ereb, Tirk û Farisan e."

Berhem Salih destnîşan kir ku herêm ji ber çolbûn û kêmbûna avê bi metirsiya pirsgirêkên jîngehê re rû bi rû ye û diyar kir ku ev pirsgirêk tenê bi aboriya kesk û hevkariya herêmî çareser dibe.