Zerareke mezin li Bendava Derbendîxanê bûye

Derbendîxan (Rûdaw) - Piştî erdheja ku çend roj berê çêbûyi û ziyanên mezin li pey xwe hiştin, tê gotin bi milyon dolaran zerar bi Bendava Derbendîxan a Başûrê Kurdistanê jî bûye û pêwîstya wê bi nûjenkirinê heye.

 

Erdheje bi pileya 7.3 Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê hejand û di encamê zirareke mezin gihîşt welatiyan. Li Başûrê Kurdistanê, bi taybet li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bihêziya erdhejê zêdetir bû û di encamê de gelek mal û avahiyên welatiyan û avahiyên saziyên giştî hilweşiyan yan jî zirareke mezin gihîşte wan


ji ber bihêziya erdhejê, zirar gihîştiye Bendava Derbendîxanê û Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed dibêje tevî ku ,etirsî li ser bendavê nîne jî, lê divê bi awayekî lezgîn ziyanên ku gihîştine wê bendavê bêne başkirin.


Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed diyar kir kui niha jî çend tîmên navdewletî li ser ziyanên ku gihîştine bendavê kar dikin û ji îro ve dest bi nûkirina bendavê dikin.


Rêvebirê Bendava Derbendîxan Rehman Xanî jî ragihand ku hinek derz li bendavê çêbûne û ji bo bûyereke neyê xwestin rû bide 2 roj in ava bendavê vala dikin.


Tê gotin derdora 17 milyon dolar zerar li Bendava Derbendîxan bûye

Wezîrê Çavkaniyê Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd derbarê rewşa vêbendavê de hişyarî dabû.