Serokê Şaredariya Sêrtê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Sêrtê yê DBPyî Tuncer Bakirhan hat girtin.

 

Şaredarê bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Tuncer Bakirhan ku ser bi Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ye, pêştir ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû destesekirin.

 

Bakirhan bi hebûna têkiliyê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hatiye tohmetbarkirin û her di vê çarçoveyê de ji aliyê hêzên îdareya têkoşîna li dijî terorê ya Rêveberiya Asayişa Sêrtê ve hatibû destserkirin.

 

Piştî ku li dozgeriyê îfade li Tuncer Bakirhan hat wergirtin, ew bo Dadgeha Cezayê Sulhê şandin û li ser daxwaza dozgeriyê ya bo girtina wî, dadgehê biryara girtina wî da.