Dadgeha Laheyê lêkolîn li ser komkujiya kurdên êzîdî rawestand

Silêmanî (Rûdaw)- Serokê Tora Rêxistinên Kurdistanî Elî Mehmûd ragihand ku, ji ber neşandina Wezareta Pêşmerge û YPGê dîleke DAIŞê bo Dadgeha Laheyê ya Navdewletî bo Tawanan, dosyeya kurdên êzîdî li wê dadgehê hatiye redkirin. Lê Wezîreta Şehîdan dibêje, “Dadgehê ji me re got, em lêkolînê li ser wê dosyeyê nakin.”

Biryar e roja 18ê vê mehê, 14yemîn komgreya welatên endam di Dadgeha Laheyê ya Navdewletî bo Tawanan li welatê Holenda birêve biçe û 8 rojan dirêj bike. Di wî kongreyê de 123 welatên endam di dadgehê de beşdar dibin. Balyozê Iraqê li Holenda û Tora Rêxistinên Kurdistanî jî tê de beşdar dibin.

Dadgeh daxwaza îtîrafan dike

Dadgeha Laheyê bi 3 riyan lêkolînê li tawanan dike. Yekem: Eger ew welatê ku tawan tê de hatiye kirin endamê dadgehê be. Duyem: Eger Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji dadgehê bike. Sêyem: Bi rêya dadgehkirina dîlekî wê rêxistina ku bi tawanê rabûye.

Piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve û kuştina bi sedan kurdên êzîdî, Wezareta Şehîdan û Karûbarê Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji meha Cotmeha 2014an ve daxwaz ji wê dadgehê kiriye bo bi jenosîdnaskirina wan tawanên ku hatin serê kurdên êzîdî, xebatê bike.

Elî Mehmûd, ku dê di kongreya dadgehê de beşdar bibe, ji Rûdawê re ragihand: “Dosyeya kurdên êzîdî ji meha Tebaxê de rawestaye, ji ber ku heta niha, ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye ku dîlekî DAIŞê xwedî pasporteke yek wan 123 welatan bide dadgehê, da ku bi rêya wî dîlî pênaseya tawanê were kirin.”

Derbarê wê mijarê de Elî Mehmûd wiha got: “Vê carê jî ez bi rêya Rûdawê daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê û YPGê dikim ku eger dîlên DAIŞê di destê wan de hebin, hema pileya wan çi be jî, bidin dadgehê. Yan jî eger kurdên li Ewropayê eger DAIŞiyekî nas dikin, pêwendiyê bi polîs re bikin, da ku ew DAIŞî biçe pêşiya dadgehê.”

Dosye nehatiye redkirin

Lê Wezîrê Şehîdan ê Hikûmeta Kurdistanê Mehmûd Hacî Salih wê gotinê red dike ku dosyeya kurdên êzdî hatibe redkirin, ew jî li gorî nameya herî dawî ya berpirsên wê dadgehê, ku di neha Îlonê de ji wan re şandiye.

Mehmûd Hacî Salih ji Rûdawê re ragihand: “Roja 16ê Îlonê, nameyek ji me re hat ji aliyê Serokê Beşê Zanyarî û Belgeyan di Ofîsa Dozgerê Giştî yê Dadgeha Navdewletî ya Tawanan Mark Pêdîron, ku tê de gotine, em nikarin lêkolînê li ser wê dosyeya kurdên êzîdî bikin, lê negotine me ew dosye red kiriye.”

Salih wiha got: “Dadgeha Laheyê heta niha ligel YPGê neaxivî ye, lê name ji Wezareta Pêşmerge û dezgehên din ên ewlehiyê re şandiye û ji wan re gotiye, eger dîlekî DAIŞê di destê we de hebe û xwedî pasporta yek ji wan 123 welatan be, radestî dadgehê bikin, lê heta niha bersiva dadgehê nedane.”

Wezîrê Şehîdan derbarê wê mijarê de wiha domand: “Dadgehê daxwaz ji wan kiriye ku ew dîl fermandar (emîr) be.”

Li gorî qanûna dadgehê, jibilî radestkirina dîlekî DAIŞê, pêwîst e Iraq nameyekê ji wan re bişîne û daxwaz ji wan bike ku dadgeh dest bi lêkolînê bike li ser wê bûyerê.

Mehmûd Hacî Salih ragihand: “Bo vê yekê, me bi rêya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî name ji Serokomar Dr. Fûad Mehsûm û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re şandiye, lê heta niha bersiva wan nebûye.”

Serokê Lêjneya Karûbarê Pêşmerge û Şehîdan û Qurbaniyên Jenosîdan ya Parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Em jî ligel Wezareta Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê axivîne bo şandina dîlekî DAIŞê bo dadgehê, lê ji me re gotine, heta niha emîrekî DAIŞê bi pasporta yek ji wan 123 welatan neketiye destê wan.”