Deriyê sînorî di navbera Urdin û Sûriyê de vebû

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyê sînorî Nesîb di navbera Sûriye û Urdinê de vebû.

 

Duh 15ê Cotmeha 2018ê deriyê Nesîb ê sînorê başûr li aliyê Sûriyê û yê Cabir li aliyê Urdunê hatin vekirin û hêzên ewlekariyê hemû tedbîrên hatû ûn û pêşwazîkirinê wergirtin.


Mihemed Xelîl ku yekem welatiyê Sûriyê ye ji Urdunê derbasî Sûriyê dibe, dibêje deriyê Nesîb hemû welatên Erebî bihev re girê dide.


Derbarê vekirina derî de Mihemed Xelîl wiha got: “Îro cejna hemû neteweya Erebî ye, cejna hemû cîhana Erebî û îslamî ye. Ev derî bo hemû welatên Erebî stratejîk e, ev derî welatên kendavê, Sûriye, Lubnan , Iraqê û welatên din bihev ve girê dide."


Polîsên Urdunê û hêzên ewlekariyê tedbîrên zêde li herdû deriyên Cabir û Nesîb ên sînor wergirtin.


Derheqê vê mijarê de jî Xelîl anî ziman: “Na ez natirsim, ezê çima bitirsim, hemû Sûriye welatekî aram e, Sûriye welatekî ciwan e, ba, av, erd û derya hemû aram e."


Li gor ajansa SANA ya ser bi hikûmeta Sûriyê, herdû hikûmetên Sûriye û Urdunê bo vekirina deriyên Nesîb û Cabir lihev kirin. Li gor Wezîra Ragihandinê ya Urdunê Cumana Xuneymat ew yek piştî çend meh ji gotûbêjan di navbera herdû hikûmetan de pêk hat.


Deriyê Nesîbê dikeve başûrê parêzgeha Deraayê ser sînorê Urdunê û sala 2015an ji ber şerê navxwe yê Sûriyê hat girtin. Piştre grûpên çekdar destên xwe danîn ser deriyê navborî, vê yekê jî wiha kir ku tevgera bazirganî û çûn û hatinê li ser deriyê Nesîb ber bi Urdunê ve rawest e.