Çûna Heysem Kiço hêj dilê xelkê birîndar dike

16-10-2015
Besam Mistefa
Heysem Kiço
Heysem Kiço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Yarîzanê Tîma Cîhad ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Heysem Kiço wek van rojan di sala 2002an de koça dawî kir.

13 sal derbasbûn, lê êş û hesreta çûna te ya bêwext hîn wek ku duh be dil û ruhê şêniyên Qamişlo û Rojavayê Kurdistanê birîndar dike. Niha, Qamişlo pir bêriya te kiriye, te jî bêriya wê kiriye. Keça te Lava hîn li benda vegera te ye da serê xwe deyne ser sînga te û raze.

Biçûk û mezinên Qamişlo tucarî kêfxweşiya ku te hercar dixist dilê wan de ji bîr nakin. Qamişlo bêriya te kiriye Heysem.

Yarîzanê yaneya Cîhad Heysem Kiço di 23ê Adara 1976an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bû. Hîn di zaroktiyê de hezkirina gokê dikeve dilê wî û çavdêr pêşbîniya siberojeke geş jê re dikin.

Heysem ji sala 1991ê ve dest bi lîstina bi yaneya Cîhad re kir. Di sala 1995an de Yaneya Cîhad bû şampiyona lîga Sûriyê ya tiwêjeya ciwanan û Heysem bi 25 golan bû golkerê wê lîgayê.

Di 1996an de jî Heysem 24 gol kirin û bû golkerê lîgaya ciwanên Sûriyê. Herwiha di salên 1999 û 2000an de Heysem Kiço bû golkerê lîgaya Sûriyê ya yekemîn.

Heysem di 20 saliya xwe de keçama xwe anî û keçek bi navê Lava li dû xwe hişt. Lê tevî vê yekê jî Heysem Kiço mîna gelek yarîzanên yaneya Cîhad û Qamişloyê ji hêla Hikûmeta Sûriyê ve hat piştguhkirin û kêm caran bo tîma milî ya Sûriyê hat xwestin û nebû yarîzanekî sereke di wê tîmê de.

Dema di yarîgehê de gok digihîşt Heysem, dilê şêniyên Qamişlo yên alîgirên yaneya Cîhad bi xurtî lêdida, çimkî guman tê de nebû ku ew yarîzanê golker dê yan golekê bîne û yan hunerkariyeke balkêş pêşkêş bike.

Heysem mîna aşiqekî dilgerm ji tora golên tîmên dijber hez dikir û heta maçek li ser rûyê yara xwe ango torên golê nedaba, dilê wî rehet nedibû. Heysem jiyana xwe di xizmeta pêşxistina werzişa bajarê xwe de xerc kir û canê xwe di ber de da.

Di roja çarşemê 16.10.2002an, saet 7ê êvarê, li ser rêya Dêrezorê dema Yaneya Cîhad diçû da bi yaneya Meyadînê re bilîze, otomobîla Cîhad rastî qezayeke trafîkê hat û Heysemê 26 salî tevî şofêrê otomobîlê jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha yaneya Cîhad 4 caran rastî qezayên trafîkê hatiye û gelek yarîzan û endamên xwe ji dest daye.

Dema termê Heysem gihîşt Qamişlo, şêniyên Qamişlo bi dilekî şewitî û çavin şil, bi jin, zarok, ciwan û pîran, bi kurd, ereb, mesîhî û hemû xelkên bajêr derketin pêşiya wî û bi cenazeya wî re meşiyan û ew heta wargeha wî ya dawî birin û radestî axa Qamişlo kirin.

Lê Heysem hertim di dil û bîranîna Qamişlo û xelkên wê de zindî dimîne û qet nayê jibîrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst