Loristan: Di 4 mehan de 4 hezar û 700 hektar daristan şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Birêvebiriya Av û Çavkaniyên Xwezayî ya Loristanê ragihand, di 4 mehên borî de 4 hezar 700 hektar daristan şewitîne.

Berpirsê Giştî yê Birêvebiriya Av û Çavkaniyên Xwezayî ya parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê Husên Mîrzayî da zanîn ku ji 21ê Gulanê ve 4 hezar û 700 hektar daristan û mêrg ji ber 166 şewatan şewitîne.

Husên Mîrzayî destnîşan kir ku ji sedî 95ê wan şewatan bi destê mirovan derketine, heta niha 38 kes bi tohmeta şewitandina daristanan hatine tesbîtkirin û 6 kes jî hatine desteserkirin.

Nêzîkî ji sedî 75ê rûberê parêzgeha Loristanê ku 2,2 milyon hektar e, daristan û mêrg e.

Li gorî raporên fermî, her sal li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 20 hezar hektar daristan û bi sed hezaran dar dişewitin.

Faktorên mirovî dibin sedema piraniya şewatên daristanan lê faktorên xwezayî jî dibin sedema şewatan.