Li Gurgumê pevçûna çekdarî: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê ji ber deynan di navbera du kesan de pevçûneke bi çekan çêbû û di encam de kesek hat kuştin.

Li gor agahiyan 16ê Îlona 2022ê li Taxa Ismet Paşa ser bi navenda Gurgumê di navbera du kesan de ji ber pereyên bi deyn pevçûna bi çekan çêbû û di encam de kesek bi giranî birîndar bû û bo nexweşxanê hate veguhestin lê ligel hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Herwiha li ser agahdarkirinê polîs hatine cihê bûyerê û lê kesê êrîşkar nehatiye desteserkirin.

Dîmenên bûyerê ji aliyê kamerayên ewlekariyê ên derdorê hatiye tomarkirin.