Fistiq li ser navê Rihayê hat tescîlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fistiqê Rihayê yê qalik tenik bi hewldanên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê (ŞUTSO), îro 16ê Îlonê li ser navê Rihayê hat tescîlkirin û wek berhemek xwemalî ya Rihayê hat qebûlkirin.

Di encama serlêdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê (ŞUTSO) de "Fistiqê qalik tenik" ya ku ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkiyê belgeya nîşaneya erdnîgariyê wergirt, bû yek ji berhemên ku li ser navê Rihayê hatine tomarkirin. Heta niha 42 berhem û xwarinên Rihayê ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkiyê ve hatine tescîlkirin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê Îbrahim Halil Peltek got, “Armanca me ew e tamên xwemalî û berhemên çandî yên Rihayê biparêzin û veguhesînin nifşê nû. Di encama xebata me ya 3 salan de `fistiqê qalik tenik` yê Rihayê belgeya nîşaneya erdnîgariyê wergirt.”

Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji %98ê fistiq li bajarên Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn û Riha bi rêjeya %42 di berhemanîna fistiq de di rêza yekem de ye, Dîlok bi rêjeya %33.9 di rêza duyem, Sêrt bi rêjeya %8.6 di rêza sêyem û Semsûr bi rêjeya %8.5 di rêza çarem de ye. Beşa mayî jî li parêzgehên Kilîs, Mereş, Mêrdîn û Êlihê tê berhemanîn.