Rêveberiya Îcrayê hesabên Şaredariya Patnosê bloke kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Îcrayê ya Patnosê, ji ber deynên dema serokatiya Cem Afşîn Akbay ê AK Partiyê hesabên bankeyê yên Şaredariya Patnosê ya HDPyî bloke kirin.

Cem Afşîn Akbay ê AK Partiyî ku di navbera salên 2014-2019an de serokatiya Şaredariya Patnosê kiribû, şaredarî di bin 16 milyon dolar deyn de hiştibû. Di hilbijartinên 2019ê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî bidest xistibû.

Hesabên bankeyê yên Şaredariya Patnosê ya HDPyî, ji ber deynên dema Cem Afşîn Akbay ê AK Partiyî, ji aliyê Rêveberiya Îcrayê ya Patnosê ve hatin blokekirin.

Şaredariya Patnosê derbarê mijarê de ragihand ku hesabên wan ji ber deynên dema rêveberiya pêştir hatine blokekirin û dê nikaribin deynên xwe yên esnafan bidin.

Şaredariya Patnosê dibêje: “10ê Îlona 2021ê demjimêr 16:00an hesabên şaredariya me yên bankeyê ji ber deynên dema pêştir careke din ji aliyê Rêveberiya Îcrayê ya Patnosê ve hatine blokekirin. Di demekê de ku pirsgirêkên aborî yên şaredariya me hene û ev rewş ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn, eşkere ye ku ev bloke bi nêteke xirab hatiye kirin. Pereyên hatine blokekirin dê di berjewendiya giştî de bihatana bikar anîn. Em bi rêz radigihînin ku nikarin deynên esnafan razînin.”

Hevserokê Şaredariya Patnosê Muşerref Geçer jî got: “Wek şaredarî dixwazin me û gel bînin beramberî hev. Ji ber blokekirina hesaban li navçeyê gelek kar rawestiyan. Li navçeyê hemû otomobîlên ku bi sotemeniyê dixebitin ji ber sotemenî nebû, îro nexebitîn. Em îro bi gelek kesan re hatin beramber hev. Em şaredariya HDPê ji armancên wan ên xirab re nahêlin. Em ê derbarê Rêveberiya Îcrayê de gilî tomar bikin.”

Şaredarê AK Partiyî Cem Afşîn Akbay, di 1ê Îlona 2021ê de wek Qeymeqamê navçeya Gorele ya parêzgeha Gîresûnê hatibû tayînkirin.