Gerên hevbeş ên Amerîkî û Encûmena Leşkerî ya Girê Spî destpê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke leşkerî ya Amerîkayê derbarê navçeya aram de li gel Encûmena Leşkerî ya Girê Spî civiya. Di vê civînê de, pirsa gerên hevbeş û piştevaniya lojistîkî bo cîbicîkirina rêkeftinê hat gotûbêjkirin.

Li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê şandeke leşkerî ya Amerîkî  ligel fermandarên Encûmena Leşkerî ya wî bajarî derbarê pirsa Navçeya Aram de civiya.

Li gor encamên civînê, di demek nêzîk de dê gerên hevbeş ên Amerîkî û Encûmena Leşkerî ya Girê Spî li navçeyê destpê bikin.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xemîs ragihand: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji navçeyê vekişiyan û li şûna wan hêzên Encûmena Leşkerî ya Girê Spî bicîh bûn ku ji xelkê deverê ne û di rojên bê de dê gerên hevbeş bo ewlekariya sînor bên kirin."

Piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gor rêkeftinê ji navçeya navbera Girê Spî û Serê Kaniyê vekişiyan, gerên hevbeş ên Amerîkî-Tirkî yên bejayî û asmanî destpê kirin, hevdem hêzên Amerîkî ligel Encûmena Leşkerî ya Girê ipî gerên hevbeş li navçeyê rêk xistin.

Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî herwiha diyar kir: "Piştîvanî ji aliyê Hevpeymaniyê bo hêzên xwecihî heye. Soz dan ku rahênanê bi hêzên xwecihî bikin û alîkariya lojistîkî jî pêşkêş bikin."

Roja 8ê Îlona 2019an yekem gera hevbeş a hêzên Amerîkayê û Tirkiyê li Navçeya Aram a destnîşankirî li rojhilatê Girê Spî hat kirin. Heta niha 3 gerên hevbeş di navbera hêzên herdu welatan de hatine kirin, lê Serokomarê Tirkiyê nerzîbûna xwe li dijî sîstema cîbicîkirina rêkeftinê anî ziman.

Li gor çavdêrên bêalî her yek ji Amerîka û Tirkiyê dixwazin li gor berjewendiya xwe rêkeftinê cîbicîh bikin.