Asayîşa Kurdistanê kuştina berpirsê serbazî yê DAIŞê yê Mûsilê piştrast kir

 

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê (Rêxistina Saloxgerî) derbarê kuştina bepirsê leşkerî yê DAIŞê yê Mûsilê danezanek weşand û piştrast kir ku Ebû Ebdulla (Ebû Sumeyye) ji hêla Pêşmergeyên Kurdistanê ve li devera Xazirê hate kuştin.

 

Tora Medyayê Rûdawê hê berê kuştina Ebû Ebdulla berpirsê serbazî yê DAIŞê li Eyaleta Mûsilê tevî hinek çekdaran li deverê Xazir ragihandibû. Rêxistina Îstîxbarata Herêma Kurdistanê (Encumena Asayîşa Kurdistanê) di danezanek de piştrast kir ku, Ebû Ebdulla bi navê temam Yasîn Elî Silêman Şilaş ji Mûsilê ye û sala 1974ê ji dayîk bûye û demek mamostatî kiriye.

 

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, “Ebû Ebdulla sala 2003 tevli rêxistina terorîst Tewhîd û Cîhadê dibe û navê Hecî Tariq bikar tîne. Di sala 2006 de beşdarî el-Qaideya Iraqê bûye kesî herî nêzîkî Zerkawî bû. Di nava el-Qaîde bi nave Ebû Sumeyye hatiye naskirin. Ev terorîst berpirsê plankirina bombeya ku sala 2007ê li Hewlêrê pêş Wezaretê Navxwe yê Herêma Kurdistanê hatibû teqandin.”

 

Tê ragihandin ku, Ebû Ebdulla sala 2010ê ji hêla hêzên amerîkî ve tê girtin û radestî hikûmeta Iraqê tê kirin wiha didome, “Piştî dadgehkirinê tê girtin û di Girtîxaneya Ebû Xureyb de dimîne û piştî demek ji wê derê direve û sala 2013ê li Sûriyeyê beşdarî DAIŞê dibe û li wê derê bi navê Ebû Ebdulla hatiye naskirin.” Danezan wiha didome:

 

“Ebû Ebdulla birpirsê giştî yê serbazî yê DAIŞê li wîlayeta Nînova yê bû. Berpirsê hemû bûyerên dorû berê sînûnê û Mûsilê ye. Her wiha yekemîn berpirsê revandina keç û jinên êzîdî ku li Şengalê hatine dîlgirtin û yekemîn berpirsê komkujiya Şengalê ye. Ebû Ebdulla roja sêşemê 16ê îlonê, di encama operasyonâ hevbeş a pêşmerge û hêzên asmanî yên amerîkî de li gundê Hesen Şamê tevî hejmarek çekdarên vê rêxistinê hate kuştin.”