Li Îzmîrê 68 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşmeyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, di nav Deryaya Egeyê de 68 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li navçeya Çeşmeyê li nav Deryaya Egeyê di nav belemên plastîk de 16 ji wan zarok 68 koçberên ku dixwestin derbasî Ewopayê bibin, hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî karên fermî 68 koçber radestî Rêvebiriya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.