Li Colemêrgê qeza: Jinekê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê jina ku otomobîlê lê xist canê xwe ji dest da.

Li taxa Sumbulê otomobîla bi plakaya 06 DET 570 ya ku hê nasnameya ajovanê wê nehatiye tesbîtkirin, li Heybet Ecera ku dixwest derbasî aliyê din ê rêyê bibe xist.

Ecer, bi giranî birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Ecer tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehat rizgarkirin.

Rêya ku ji ber qezayê demekê girtî ma, piştî xebatên paqijkirina rêyê dîsa ji hatûçûnê re vebû.