'Tirkiye dewleteke dagirker e, nikare li ser navê miletê Sûriyê biaxive'

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu careke din li ser opozisyona Sûriyê daxuyanî da û got, Tirkiye piştgiriya opozisyona Sûriyê dike û destnîşan kir, “ji bo îstiqrara daîmî û aştiya li Sûriyê lihevkirin pêwîst e.” Herwiha Serkirdeyê Platforma Qahîre Qasim Xetîb jî derbarê lihevkirina bi rejîma Sûriyê de got “Tirkiyê Dewleta dagîrker a xaka Sûriyê ye. Kesê ku welatekî dagîr bike, ne ji madê wî ye bi navê miletê wî welatî biaxive.” 

Di civîneke çapemeniyê de li gel hevtayê xwe yê Letonyayê Edgars Rinkevics li Enqere, Mevlut Çavuş ragihand ku wî tiştekî nû negotiye û her berê jî bi piştevaniya Tirkiyê, opozisyona Sûriyê ligel hikûmeta Sûriyê civiyaye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got " Min her ev gotiye. Min tiştekî cuda negotiye. Baş e opozisyon di wan civînan de bi piştevaniya Tirkiyê beşdar nebû? Komîteya taybet bi danûstandinên ligel rejîmê pêk hat ji bo ku proseyeke nû ji bo Sûriyan peyda bike. Ev ne cara yekem e em opozisyon û rejîmê lihev dicivînin. Ji çend salan ve ev prose heye. Li me ji bo çi pir hewl da? Ji ber ku baweriya opozisyonê bi me Tirkiyê heye. Me tu caran pişta xwe nedaye opozisyonê. Me gotiye û em dibêjin ji bo peydakirina çareseriya dayimî pêwîstiya me bi hevtêgihiştin û danûstandinê heye."

Derbarê van daxuyaniyên Wezîrê derve yê Tirkiyê de, Serkirdeyê Platforma Qahîre û endamê komîteya Destûrî Qasim Xetîb  ji Rûdawê re axivî diyar kir ku kesekî ji Sûriyan behsa lihevhatinê ligel rejîmê nekiriye.

Serkirdeyê Platforma Qahîre Qasim Xetîb dibêje "Xwesepandin ferzkirina bîra û rayan e. Ev jî tişta ku Wezîrê derve yê Tirkiyê kiriye. Ew wek xwesepên li ser miletê Sûriyê diaxive. An jî çi girîngiya vê lihevhatinê heye. Bi texmîna min, Wezîrê Tirk a dilê Tirkiyê di vê derbarê de vedibêje ji encama hevtêgihiştinan ligel Moskow. Di serî de û di dawiyê de, Tirkiyê Dewleta dagîrker a xaka Sûriyê ye. Kesê ku welatekî dagîr bike, ne ji madê wî ye bi navê miletê wî welatî biaxive.”

Derbarê xwepêşandanên nerazîbûnê ku li navçeyên di bin destê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê hatibûn kirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê got ew destên ku ala Tirkiyê şewitandine tê bên şikandin.