Bakur - Li bajarê Varto rewşa awarte hat ragihandin

 

Mûş (Rûdaw) – Li navçeya Varto ya Mûşê, di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de şer derket, li navçeyê derketina derve hat qedexekirin.

 

Piştî ku şeva borî gerîlayên PKKê pira bajarê Varto yê Bakurê Kurdistanê rûxandin, şer û pevçûn di navbera wan û hêzên Tirk de dest pê kir.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, şer û pevçûn heta niha jî didome ji ber wê jî Waliyê Mûşê, îro danê sibê rewşa awarte ragihand û derketina derve ji bo welatiyan qedexe kir.

 

Nayê zanîn rewşa awarte li bajêr dê heta kengê bidome.