‘Armanca me hilweşandina komara îslamî ya Îranê ye’

Hewlêr (Rûdaw) – Her du partiyên demokrat ên Kurdistanê yên rojhilatê Kurdistanê (Partiya Demokrat a Kurdistanê-Partiya demokrat a Kurdistana Îranê) behsa egera hevgirtina xwe dikin û dibêjin “Divê em bibin yek”. Endamekî polîtburoya partiya demokrat a Kurdistanê (rojhilat) jî diyar kir ku Kongreya Neteweyî nikare partiyan neçar bike da ku dest ji xebata çekdarî bînin.

Endamê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Teymûr Mistefayî duh (15.08.2013) beşdarî bernameya Rûdaw Îro ya Rûdaw TV bû û diyar kir ku perçebûna ku li nav partiya demokrat a Kurdistana Îranê de pêk hatiye tiştek baş nebû lê piştî kongreya panzdehemîn a partiyê gihîştîn wê baweriyê ku divê her du partî bibin yek.

Ji aliyekî din endamê polîtburoya partiya demokrat a Kurdistanê Kemal Kerîmî jî ku digel Teymûr Mistefayî beşdarî bernameyê bibû, diyar kir ku xalên hevbeş ên di navbera wan û partiya demokrat a Kurdistana Îranê de wiqas zêde ne ku nahêle li ser veqetiyanê zêde axaftin bê kirin û ev jî wisa dike ku her du partî bibin yek.

Kerîmî ragihand ku yek ji pêwîstiyên tevgera neteweyî ya kurd li rojhilatê Kurdistanê yekbûna hêzên demokratîk e û wiha axivî: “Lewma li gorî vê pêwîstiyê divê ev yekbûn niha pêk were.”

Teymûr Mistefayî jî behsa sîstema siyasî û hikumdariya Îranê kir û wiha got: “Li nav sîstema komara îslamî ya Îranê de hinek asteng hatine çêkirin ku kî bibe desthilat nikare van astengan bişkêne û ev jî zêdetir astengên qanûnî ne.”

Mistefayî diyar kir ku di navbera rayedarên rêjîma îslamî de nakokî hene û nikarin bi hev re diyalogê bikin û wiha anî ziman: “Vêca emê çawa li wan hêvî bikin ku bên digel me diyalogê bikin. Em û partiya demokrat a Kurdistanê bi yek dirûşmê kar dikin ew jî avakirina sîstemek federal li Îranê ye her wiha em daxwaziya demokrasiyê jî dikin.”

Lê Kemal Kerîmî berovajî Mistefayî axivî û diyar kir ku ew dikarin hinek ji wan astengan bişkênin ku li Îranê li hember mafên neteweyî yên kurdan hatine çêkirin û wiha got: “Çimkî eger em bêjin madem komara îslamî wisa ye em dest jê berdin wê demê emê hêza xwe ji dest bidin.”

Kerîmî li ser rêjeya beşdarbûna kurdan di hilbijartinên serokomariya Îranê de jî axivî û wiha pêde çû: “Rêjeya beşdarbûna kurdan di hilbijartinan de nêzîkî 70% bû. Ev jî nîşan dide ku kurd di guhertina sîstema komara îslamî de rolek mezin lîstine û ‘na’yek mezin bû bo rêjîmê.”

Endamê polîtburoya partiya demokrat a Kurdistana Îranê berovajî vê yekê anî ziman û diyar kir, rêjeya beşdarbûna kurdan di hilbijartinên Îranê de herî zêde 40% bû û piraniya wan kurdên reformxwaz ku beşdarî hilbijartinan bibûn poşman bûne û dibêjin “kum çûye ser me” (em hatine xapandin).

Teymûr Mistefayî her wiha ragihand ku wan di destpêka xebata xwe de gotibûn dê ji hemû şêwazên xebatê sûd werbigirin ku yek ji wan xebata çekdarî bû lê ji niha û şûnde êdî dê bi rêkên sivîl xebata xwe bikin.

Mistefayî eşkere kir ku armanca wan hilweşandina komara îslamî ya Îranê ye û wiha anî ziman: “Me xwe amade kiriye û niha li benda derfet û faktorên cîhanî ne da ku rêjîma Îranê hilweşînin, ji ber ku sîstema niha ya Îranê nikare daxwaziyên gelê kurd pêk bîne.”

Endamê polîtburoya partiya demokrat a Kurdistanê Kemal Kerîmî jî diyar kir ku nabe mirov li benda derfet û mercên derekî be bo rûxandina rêjîmê û divê mirov ji dînamîkên navxweyî bo vê yekê sûd werbigire.

Di bersiva pirsa “ege kongreya neteweyî pêşniyar bike bila partiyên kurdî dest ji xebata çekdarî berdin” de jî wiha got: “Eger wek pêşniyar be tiştekî xerab nîne lê eger vê yekê bisepîne rast nîne. Lê em bawer nakin kongre tiştekî wisa bike.”