RIHA - Jinên mêşvan kewarên xwe 10 qat zêde kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê jinên gundê ku bi tevahî lê 15 mal hene bi saya perwerde û piştevaniyê ku hildan mêşvaniyê dikin.
Jinên li gundê Aşagi Çiftlikê yê navçeya Karakopruyê bi mêşvaniyê re eleqedar dibin bala miletê herêmê dikşînin.
Gundê ku bi jinên mêşvan ve navdar e li herêmê bi navê "gundê mêşvan" jî tê binavkirin.
Jinên mêşvan yên ku Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Rihayê perwerde û alîkariya mêşan daye wan, di 5 salan de hejmara kewarên xwe 10 qat zêde kirin.
Her sal 100 ton hingiv tê hilberandin
Li taxa ku lê nêzîkç 10 hezarî kewarên mêşan hene û her sal 100 ton hingiv tê hilberandin.
Ji jinên ku mêşvaniyê dikin Zeliha Denizê ragihand ku 5 sal berê ji Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Rihayê alîkarî hildaye û bi wê alîkariyê dest bi kar kiriye.
Denizê got ku berî wê bav û birayê wê jî karê mêşvaniyê kiriye û wiha dewam kir:
"Mêşên me mêşên gerok in. Em mêşên xwe li 3-4 herêman digerînin.
Em kewarên xwe dibin navçeyên cuda yên Rihayê û navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê."
Meral Kayaya 20 salî jî got ku alerjiya wê heye lê dîsa jî pîşeya bavê xwe berdewam dike û debara xwe bi mêşvaniyê dikin.